H’emû nûçeSereke

Van rojên pêşîya me li Qerebaxê îdî wê ermenî nemînin, ev yek çawa paqijkirinên êtnîkî û deranîna ji welêt tê hesabê: serokwezîrê Ermenîstanê

Lêkolîn didine kifşê, wekî nava van rojên pêşîya meda li Qerebaxê îdî wê ermenî nemînin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Rûyê sîyaseta paqijkirinên êtnîkîda, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda tê mîyaserkirinê, derketina ermenîyaye ji Qerebaxê berdewam dibe. Lêkolînkirin didine kifşê, wekî nava rojên pêşîya meda li Qerebaxê wê ermenî nemînin.Ev yek çawa paqidjkirinên êtnîkî û deranîna ji welêt tê hesabê, derheqa kîjanêda me wedekî dirêj eşaretî dida civaka navneteweyî. Elametîyên ku paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê gunehkar dikin girîngin, lê heger gavên konkrêt piştî wan neyêne avîtinê, wî çaxî ew elametî tenê bona dîrokê çawa gava moralî tê dîtinê”,- serokwezîr gotîye.

“Heger elametîyên derheqa gunehkarkirinada layîqî birîyarên sîyasî û hiqûqî nabin, wî çaxî ew dibine aktên ku wanra qayîl dibin. Çi ku derheqa hukumata Ermenîstanêdane, borcê meyî ewlin ewe, ku em xwîşk û birayên xweye ji Qerebaxê cîşihitandî qebûlkin û hewcetîyên wane pêşin bidine çareserkirinê”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button