H’emû nûçeSereke
Azêrîya heykelê pêşkêşî şerkarê Qerebaxêyî azadarîyê, yê li gundê Hadrûtêyî Ûxtazorê wêran kirine

Azêrîya heykelê pêşkêşî şerkarê Qerebaxêyî azadarîyê, yê li gundê Hadrûtêyî Ûxtazorê wêran kirine. Derheqa wê yekêda malpera mîrata Qerebaxêye çandî nivîsîye. “Kanaleke Telegram ê da 7 ê îlona sala 2023 a vîdêyok hate belavkirinê, kîjanêda zelal tê kifşê, wekî li nehîya Hadrûtê, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dagirkirinê, tunekirina mîrata ermenîye çandî berdewam dibe. Vîdêyoyêda tê kifşê, wekî li gundê nehîya Hadrûtêyî Ûxtazorê heykelê pêşkêşî şerkarê Qerebaxêyî azadarîyê hatîye tunekirinê, perçên heykel dîyarin.Em bîr bînin, wekî sala 2021 ê jî kevirxaçê wê komplêksa bîranînê hatibû xirabkirinê.Ev kirin didine kifşê, wekî tunekirina mîrata çandî ji alîyê Adirbêcanêda stratêcîya amadekirîye”.







