H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan bi serokê şanda Yektîya  Avropayê ya li Ermenîstanê, mijarên têkildarîya hevkarîya  Ermenîstan-Yektîya Avropayê gotûbêj kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan serokê nûnertîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê balyoz Vasîlîs Maragosî qbûl kirîye.

Serokwezîr ji ber peywira wî ya nû rêzdar Maragosî pîroz kir û di xebatên wî yên pêşerojê de hêvîya serkeftinê jê re xwest. Nîkol Paşînyan tekezî li ser hevkarîya Ermenîstan û Yekîtîya  Avropayê di warên cuda de kir, bi taybetî di çarçoveya pêşdabirina rêformên dêmokratîk yên li welatê me tên kirin. Nîkol Paşînyan got jî ku rojeva giştalî ya rêformên hökömeta Ermenîstanê bi piştgirîya Yektîya Avropayê jî di nav de bi awayekî serkeftî tê cîbicîkirin. Serokwezîr destnîşan kir ku divê ji bo projeyên ku Yektîya Avropayêdi pakêta veberhênanê ya 2,6 mîlyard dolarî ya ji bo Ermenîstanê de hatîye plansazkirin, hêzeke nû bê dayîn.

Nîkol Paşînyan dîyar kir ku ji bo derbazkirina rewşa ku li Ermenîstanê di encama sirgûnkirina bi destê zorê ya hevwelatîyên me yên ji Qerebaxa Çîya de çêbûye, çaverêyî alîkarîya navneteweyî jî tê kirin.

Hevpeyvîn li ser mijarên cuda yên rojevê yên têkildarîya hevkarîya Ermenîstan-Yektîya  Avropayê axivîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button