H’emû nûçeSereke
100 617 welatîyên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine koçberkirin, cîguhastî Ermenîstanê bûne

Heta niha 100 617 welatîyên ku bi destê zorê ji Qerebaxê koçber bûne, cîguhastî Ermenîstanê bûne. Derheqa wê yekêda îro, 3 ê cotmehê, li konfranseke rojnamevanîyêda li “Navenda Mirovî” de, sêkrêtara rojnamevanî ya serokwezîrê Ermenîstanê, Nazêlî Bexdasaryanê, ragihand.
“Ji ser pira Hekarîyê 21191 mecalên transportê derbaz bûne”,-ewê da kifşê. Bagdasaryanê da zanîn ku heta niha 91 918 kes hatine tomarkirin û nîvê wan jî bi awayên wedelû hatine bicîhkirin.