H’emû nûçeSereke

Mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî ku hatîye Qerebaxê îdî derengî ketîye

Li wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtin tevî wekîlên dîplomatîk, yên welatên dere li Ermenîstanê pêk hatîye.Wextê hevdîtinê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, cîgirên serokwezîr Tîgran Xaçatryan û Mihêr Grîgoryan amade bûne.

Mîrzoyanê wezîr derheqa sîyaseta Adirbêcanêye dijî cimeta Qerebaxê û bi taybetî êrîşa 19 ê îlonêda raber kirîye. Wezîr bîr anîye wekî Adirbêcanê sîstêmên sîvîl kirine hedef û rûyê wê yekêda bi seda binelîyên sîvîl hatine kuştinê û birîndarkirinê.Ewî usa jî serda zêde kirîye, wekî berî agrêsîyayê Adirbêcanê korîdora Laçînê dabû girtinê û neh meha Qerebax nava hesarêda hiştibû.

Wezîr daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê civaka navneteweyîda tu gav nehatine avîtinê ku pêşîya sîyaseta Bekûyê bigrin.

Bi axaftina derheqa mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyîda, ya ku du roj pêşda gihîştîye Qerebaxê, wezîr gotîye wekî ew îdî derengî ketîye û niha mîsîya organîzeyê tenê dikare bide dîyarkirinê, wekî binelîyên Qerebaxêye ermenî bi destê zorê  hatine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button