Nîkol Paşînyan roja serxwebûna Îraqê pîroz kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan ji bo cejna serxwebûnê serokwezîrê Komara Îraqê Mehmed Şîa Al-Sûdanî re peyameke pîrozbahîyê şandye. Peyamêda wiha tê gotin:
“Bi minasebeta hatina cejna neteweyî ya Îraqê, roja serxwebûna Îraqê, pîrozbahîyên min ji dil û can li We û gelê Komara Îraqê qebûl bikin.
Rasthatina me ya ku sibata sala îsalin li Myûnxênê hat lidarxistin û gotûbêjên bikêrhatî, ku şahîdîya têkilîyên smyasî yên di asta bilind de di navbera Ermenîstanû û Îraqê de bûn, bi dilxweşî bi bîr tînim. Her wiha ez girîngîyê didim lidarxistina civîna komîsyona navbera hukumetên Ermenîstan-Îraqê ya hevkarîyên aborî ya îsal û protokola ku di encama wê de hatîye îmzekirin. Ez bawerim ku bi temamê cîbicîkirina bendên vê protokolê, ku rê û îmkanên nû ji bo kûrkirina hevkarîya Ermenîstan-Îraqê nîşan dide, têkilîyên ermenî-îraqîda bikevin qonaxeke nû ya geşedanê, dînamîktir.
Bi minasebeta hatina roja serxwebûna Îraqê hêvîya tendirustî û bextewerîyê ji Wera û ji bo gelê Îraqê û aştîyeke mayînde û bextewarîyê dixwazim”.