H’emû nûçeSereke

Wedeye ku Yekîtîya Avropayê bi cûrê sert Adirbêcanêra xeberde:Tomas Dê Vaal

Piştî êrîşa li Qerebaxê, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv aminaya xwe unda kirîye.Çawa statûsa rîya Adirbêcan nikare bibe menî, ku Yekîtîya Avropayê bi cûrê nerm nêzîkî Bekûyêbe. Derheqa wê yekêda xebatkarê zanistî Tomas Dê Vaal nivîsîye.

Bi gotina wî, bûyarên wan dawîya didine kifşê, wekî pêwîste ku Yekîtîya Avropayê sîyaseta xwe hindava Adirbêcanêda biguhêze.

“19 ê îlonê, Adirbêcanê qewata leşkerî da xebatê û Qerebax dagir kir. Adirbêcanê xetên sor teribandin, kîjan bona wê Yekîtîya Avropayê û Ştatên Yekbûyî şandibûn. Bi hezara ermenîyên Qerebaxê niha cîguhastî Ermenîstanê dibin. Dihate gotinê, wekî hetanî deqa xilazîyê jî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv tevî hemûya, nava wanda usa jî tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntonî Blînkên dida bawarkirinê, wekî opêrasîyona leşkerî wê nebe”,-Vaal dinivîse.

Ewî gotîye, wekî Elîyêv pêşda êrîşa leşkerî tevî Moskvayê dabû koordînasîyakirinê.Bi gotina Vaal li vir berjewandîyên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Tirkîyayê hene û gilî derheqa wa gotî “Korîdora Zangêzûrêdane”.

Vaal dide kifşê, wekî diqewime Elîyêv  qewatê dijî Ermenîstanê, dijî qeza Syûnîkê, bide xebatê. Vaal serda zêde kirîye,wekî wedeye ku Yekîtîya Avropayê bi cûrê diha sert Adirbêcanêra xeberde.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button