H’emû nûçeSereke

75 kongrêsmênên ŞAY bi serkarîya Nênsî Pêlosîyê bangî Baydên kirine ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê

75  endamên kongrêsa Ştatên Amêrîkayaye Yekbûyî bangî serokatîya welêt kirine ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê, alîkarîya leşkerî nedine Bekûyê, alîkarîya hûmanîtarî  bidine binelîyên ji Qerebaxê bi destê zorê derxstî û dîtindarên navneteweyî li korîdora Laçînê bidine cîhwarkirinê.

Înîsîyatorên nama ser navê Co Baydên spîkêra kongrêsêye berê Nênsî Pêlosî û kongrêsmêna amêrîkî Anna Êşûne.

Xudanên  namê, yên ku ji herdu partîyane, êrîşa ser Qerebaxê û dorgirtina 9 meha şermezar kirine.

Kongrêsmêna dane dîyarkirinê, wekî nenihêrî eşaretîyên derheqa komkujîya binelîyên Qerebaxê, qezîya hûmanîtarî diqewime, pêşîya kîjanê dikaribûn bigirtana.

Kongrêsmên pêşnîyar dikin ku alîkarîya leşkerî nedine Adirbêcanê. Ew usa jî bang dikin ku dijî nevsên Adirbêcanêye fermî sanksîya bidine xebatê.

Ew usa jî dibêjin, ku pêwîste cîguhastina binelîyên Qerebaxê bi cûrê bêqezîya bidine çareserkirinê û li korîdora Laçînê jî dîtindarên navneteweyî cîhwarkin.Xudanên namê ew yek jî pêwîst hesab kirine ku bi meremê çareserkirina amnîstîya desthilatdarîya Qerebaxê, tevî Adirbêcanê bikevine nava pêwandîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button