Bi destê zorê cîşihitandina binelîyên Qerebaxê binpêkirina hiqûqa navnetewîye: Katrîn Kolona

Ermenîyên Qerebaxê bi xwe ji malên xwe derneketine, ew bi destê zorê cîşihitandî bûne.Tiştê ku qewimîye binpêkirina hiqûqa navneteweyîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolanayê, piştî rasthatina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, di civîna çapemenîyêda got.
“Ez hewcetîyê dibînim ku careke din vê yekê ragihînim ji ber ku em daxuyanîyên ku dibêjin meriv bi dilxwazî malên xwe hiştine dibhên. Ew ne usa ye”,- ewê got.
Wezîra Fransîyayêye karên der tekez kir, ku girînge nirxandineke zelal li ser vê rastîyê bê kirin û got, wekî ew derew wê tu kesî nexapîne.
“Li himberî vê karesata mirovî ya trajîk, Fransîyayê 12,5 mîlyon yûro alîkarî ji bo Ermenîstanê veqetand, ji bo mirovên bi destê zorê ji cîh û warên xwe dûr ketine. Ez soz didim ku ev alîkarî wê berdewambe û heger pêwîstî hebe ewê dîsa bê dayîn”.
Kolonayê da kifşê ku gotinên ku dibêjin Fransîya aktîv nebûye û dereng bertek nîşanî vê rewşê daye, ne rastin. “Fransaîya hertim li rex ermenîya bûye, li Organîzeya Neteweyên Yekbûyî û li her dera û her wiha di hemû têkilîyên asta herî bilind de bi Ermenîstan û Adirbêcanê ra li kêleka ermenîyan bûne. Di dema avakirina mîsyona çavdêrîyê ya li çarçoveya Yekîtîya Avropayêda jî em li kêleka Ermenîstanê bûne. Û ez dixwazim ragihînim ku em hewl didin şert û mercên ku rê bidin pêşnûme biryarekê, ku li gorî wê ermenîyên Qerebaxa Çîya ku dixwazin di şert û mercên ewleda vegerin malên xwe”,-Katrîn Kolonayê got.







