H’emû nûçeSereke

“Derketina ji  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hevalbendên me daxwezeke usa nekirine”: Ararat Mîrzoyan

3 ê cotmehê  rasthatina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan tevî wezîra Fransîyayêye  karên der Katrîn Kolonayê ku bi serdan li Ermenîstanêye, hevdîtin pêk hat.Piştî civînê wezîr li civîna çapemeniyê  pêşda hatin.

 “Ez xêrhatina serdana duyemîn ya hevala xwe, wezîra Fransîyayê Avropayê karên der ya welatê me yê dost   Katrîn Kolonayê silav dikim. Serdanek ku hem ji bo  Ermenîstanê û him jî ji bo civakê û gelê Ermenîstanê di serdemeke pir dijwar de pêk tê.

Bi berdewamîya bikaranîna zorê û sîyaseta dijî ermenîya ya Adirbêcanê, Qerebax rastî paqijkirina êtnîkî hat. Zêdeyî 100,000  binelîyên ermenî yên Qerebaxa Çîya neçar mane ku welatê xwe yê dîrokî bihêlin, bi tehdîdên ontolojîk re rû bi rû mane, ji bo ewlehiya xwe, malbat, jin, zarok û kal û pîr jî di nav de tirsa  heye. Û ew tirs ne bi argûmanên têorîk, lê bi êrîşa leşkerî ya mezin ya Adirbêcanê ku çend roj berê, di 19 ê îlonê, li dijî gelê Qerebaxa Çiya pêk anî û di wê êrîşê de xelkê sîvîl û binesazîyê jî kirin armanc. 21 ê îlonê  li Nyû Yorkê, xanim wezîr, firsenda me hebû ku em li ser wê yekê biaxivin û li ser asta herî bilind ya navneteweyî vê pirsê ragihînin, di forma civîna encûmena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de, ku bi tundî li ser bingeha nameyên ku pêşkêşî wan kiribûn, hatibû vexwendin.

Rastiya îroyîn nîşan da ku daxuyanî û hewlên aktorên navneteweyî têra cîbicîkirina soza gerdûnî ya ji bo pêşîgirtina li sûcên agirseyî û dabînkirina jiyana ewle û bi rûmet ya gelê Qerebaxa Çîya li welatê xwe ne. Ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê, ji ber ku ji ber geşedanên herêmî, astengkirina yekparçeyiya xaka Ermenîstanê û serweriya Ermenîstanê, hêviyên ji bo demokrasîyê dijwariyek berdewame.

Rastiya îroyîn nîşan da ku daxuyanî û hewlên aktorên navneteweyî têra cîbicîkirina soza gerdûnî ya ji bo pêşîgirtina li sûcên girseyî û dabînkirina jiyana ewle û bi rûmet ya gelê Qerebaxa Çîya li welatê xwe ne. Ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê, ji ber ku ji ber geşedanên herêmî, astengkirina yekparçeyiya axa Ermenîstanê û serwerîya Ermenîstanê, hêvîyên ji bo dêmokrasîyê dijwarîyek berdewame.

Bê guman, çareserkirina mijarên ku xwezaya mirovahî ne, wek mîsogerkirina vegerandina tavîlê ya dîlên şer yên ermenî û rehîneyên sivîl, ji bo me girîngiyek bingehîn e. Îro, bi têgihiştinî, me li ser gotûbêjkirina rewşa herêmê rawestiya. Lê di heman demê de derfeta me hebû ku em nîqaşên xwe yên berê yên li ser rojeva têkiliyên dualî yên ermenîya-fransa bidomînin, berjewendiya xwe ya dualî û dilxwaziya xwe ya berfirehkirina wê, li ber çav kêşeyên nû yên îro dupat bikin.

Xanima wezîr, bihêle ez careke din bi zelalî bêjim ku Komara Ermenîstanê ji bo hevkarî û dostanîya bi Fransîyaê re zêdetir hewce dike û hewl dide. Heman tişt ji bo danûstendina di platformên piralî yên navneteweyî de bi tevlêbûna Fransîya di formên cihêreng de, di nav de di warê hevkariya Ermenistan-Yekîtîya Avropayêde jî derbas dibe. Ez spasiya xwe ji bo piştgiriya mirovî ya ku ji aliyê hukumeta Fransayê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên sereke yên ermenîyên bi destê zorê ji Qerebaxa Çiya hatine kirinê, diyar dikim. Careke din ez spasiya we dikim ji bo nîqaşên di atmosfereke dostane de û bi hezkirin vê gotinê ji we re digihînim.

Ji bilî bersiva wezîra Fransîyayêye karên der, ez usa difikirim ku wezîr ji beşa yekem ya pirsê re bersivek berfirehtir daye û ez nizanim ka hûn çi bersivek berfirehtir hêvî dikin. Em behsa piştgirîkirina îmkanên parastinê yên Ermenîstanê dikin, em dikarin xwe bi vê yekê sînordar bikin. Û beşa duyemîn ya pirsê. Ez dikarim we piştrast bikim ku hevkarên me di derbarê vekişîna ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de tu carî daxwaz û pirsek usa nexistine pêş me.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button