H’emû nûçeSereke

Em ji alîyê Adirbêcanêda girtina rêvebirên Qerebaxê bi tundî şermezar dikin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye,wekî ji alîyê Adirbêcanêda girtina rêvebirên Qerebaxê Arkadî Gûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, Davît Îşxanyan, Rûbên Vardanyan û yên mayîn bi tundî şermezar dikin.

“Dîyaloga bi nûnerên Qerebaxê re, rêzgirtin û parastina mafên ermeniyan, amadeyîya ku rê li ber vegera wan bo Qerebaxê neyê girtin, daxuyanîyên rayedarên payebilind yên Adirbêcanê yên derbarê pêkanîna aştîyê li herêmê, dezgehên înfazê yên Adirbêcanê girtin didomînin.

Komara Ermenîstanê gelek caran, usa jî  23 ê îlonê  jî ji platforma civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî, pêwîstîya garantîkirina dûrxistina van kiryaran bilind kirîye.28 ê îlonê, Komara Ermenîstanê ji bo tedbîrek demkî di doza “Ermenistan dijî Adirbêcanê” de li gor Peymana Navneteweyî ya rakirina hemû cêwaziyên nijadî, serîlêdanek pêşkêşî dîwana edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî kiribû , daxwaz ji Adirbêcanê kir ku xwe ji serkirdayetiya niha yan berê ya Qerabaxê yan ji kiryarên cezakirinê yên li dijî artêşê dûr bixe.

Komara Ermenîstanê ji bo parastina mafên nûnerên Qerebaxê yên bi qaçaxî hatine girtin, di dadgehên navneteweyî de jî wê hemû gavan bavêje.

Em bang li hevkarên navneteweyî jî dikin ku hemû peyamên ku ji Adirbêcanê re di derbarê parastina maf û ewlehiya gelê Qerebaxê de hatine şandin bişopînin û hem di warê têkiliyên dualî yên bi Adirbêcanê re û hem jî di warên navneteweyî yên cûre-cûre  li ser mijarê bisekinin”,-nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button