H’emû nûçeSereke

“Fransîyayê qayîlîya xwe daye ku tevî Ermenîstanê dokûmênta derheqa hevkarîya leşkerîda morke”: Katrîn Kolona

Bi seredana xweye li Ermenîstanê ez dixwezim bidime kifşê, wekî Fransîya wê hindava yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û qezayên hindava wêda hişyar bimîne. Derheqa wê yekêda wezîra Fransîyayêye karên der  Katrîn Kolonayê, wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, gotîye.

“Fransîyayê qayîlîya xwe daye ku tevî Ermenîstanê peymanê morke, bi kîjanê mecalê hebe ku têknîka leşkerî bidine Ermenîstanê bona ku ew parastina xwe çareser bike.Ez bi fermî berbirî Jozêp Borêl bûme ku mîsîya dîtindarîyêye li Ermentstanê bidime berfirehkirinê, mandata bidine mezinkirinê û Ermenîstanê jî bikine nava “Mêxanîzma Avropayêye aşîtîyê”, ya mînanî Moldovayê”,- Kolonayê gotîye.

Bi gotina wê, meremê wan ewe wekî Yekîtîya Avropayê û endamên wê nîşanên zelal hindava yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê bidine kifşê.

“Her kirineke dijî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê wê bersiveke hişk bistîne”,-wezîra Fransîyayêye karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button