H’emû nûçeSereke

Gelek cîşihitîyên  ji Qerebaxê, him zarok û him jî mezin, taqet ketine: BBC

Hejmara qerebaxîyên bi destê zorê derxistî van roja dikare bighîje 120 000 î. Ev hejmar anegorî temamîya binelîyên Qerebaxêye. Derheqa wê yekêda wekîla ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya pirsên penabera Kavîta Bêlanîyê gotîye.

Bi gotina wê cimeta westîyayî û tirsîyayî li Ermenîstanê li ber merkezên rêgîstrasîyakirinê berev bûye, li kîderê penabera qebûl dikin, yên ku 9 meha nava dorgirtinêda mane.

“Em amadene hetanî 120 000 merivî qebûlkin, lê niha dijware meriv pêşda bêje wekî  hejmar wan wê çiqasbe”,- Kavîta Bêlanîyê bersiva pirsê daye.

Yeksêanîya penaberên ji Qerebaxê zarokin. Derheqa wê yekêda  seroka ofîsa   UNICEF ê  ya li heremê Rêgîna dê Domînîsîsê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî ew xemgînin, ku ji wan zaroka gelek ji malbtên xwe qetîyayîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button