Yêrêvan amadeye tevî Bekûyê peymana aşîtîyê îmzeke: desthiatdarîya Ermenîstanê “Xetên sor” pêşda kişandine

Ez nikarim bêjim, ku li Granadayê bi encamên hevdîtinê wê dokûmênt bê îmzekirinê, yan elametî bê qebûlkirinê.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê ya pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye.
“Ermenîstanê her dem gotîye û dibêje, ku amadeye peymana aşîtîyê îmzeke.Adirbêcan bi sîyaseta xweye agrêsîv, bi agrêsîya leşkerî, li meydana navneteweyî tabîya neçêkirinê dide kifşê”,-ewî gotîye.
Xandanyan xetên Ermenîstanêye sor dane dîyarkirinê: qedirgirtina yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê ya 29 800 çargoşe kîlomêtrê, ya li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayê.
Ewî serda zêde kirîye wekî Ermenîstan jî dixweze rê bêne vekirinê, lê ew yek gerekê nava doranên serbixwetîya Ermenîstanêda bê mîyaserkirinê, heger gilî derheqa wan rîyadane, yên ku nava axa wêra derbaz dibin.
“Pirsa paşdahatina wan ermenîya, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda hatine girtinê, dîsa merkeza guhdarîyêda dimîne”,- serokê komîsîyayê gotîye.
Ewî bîr anîye, wekî Ermenîstanê tu cara dewekarîyên hindava axêda raberî Adirbêcanê nekirîye.