H’emû nûçeSereke
Deranîna ermenîyaye ji Qerebaxê mesela paqijdkirinên êtnîkîye:Win Without War
Bi destê zorê derxistina 120 000 ermenîyaye ji Qerebaxê mesela paqijkirinên êtnîkîye. Derheqa wê yekêda serokê organîzeya Win Without War ê Stîvên Maylz gotîye.
Em bi kûrayî xemgînin û em bi guhdarî dîna xwe didine bûyarên van axirîyaye li Qerebaxê.Em bi cûrê berk derxistina bi destê zorê, ya 120 000 ermenîya şermezar dikin û ew yek mesela paqijkirinên êtnîkîye kifşe.
Hevtîya derbazbûyî seroka ajansa Ştatên Yekbûyî ya pêşkeftina navneteweyî Samanta Paûêr li herêmê bû û ewê soz daye ku wê alîkarîya hûmanîtarî bide û ew yek gerekê bibe destpêka cedandinên Ştatên Yekbûyî.
Em bangî serokatîya Ştatên Yekbûyî dikin ku teribandina mafên mêriv, yên li Qerebaxê lê binihêrin û alîkarîya hûmanîtarîye bona Ermenîstanê bidine zêdekirinê”.