H’emû nûçeSereke

Li stansîya atomî tu tiştekî kevin nemaye, niha lîsênzîya xebatêye hetanî sala 2026 a heye: wezîr

Niha lîsênzîya stansîya Ermenîstanêye atomî, ya xebata hetanî sala 2026 a heye û hinek xebat wê bêne mîyaserkirinê bona ku wede bidine dirêjkirinê.

Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsa  parlamêntvana daye ku Tirkîya berbirî MAGATÊ bûye û dew kirîye ku stansîyayê bidine girtirnê.

Wezîr daye dîyarkirinê, wekî stansîya atomî sîstêma girane,lê pêvajoyên girêdayî stansîyayêra gelekî zelalin.

“Ez gerekê bidime bawarkirinê,wekî ji sala 1993 a da li stansîya meye atomî gelek bername û xebat hatine mîyaserkirinê, bona ku ewlehkarîya xebata stansîyayê bê çareserkirinê.Niha lîsênzîya stansîyayêye hetanî sala 2026 a heye, lê hinek alîyava jî lîsênzîya xebatêye hetanî sala 2031 ê heye”,- Sanosyan gotîye.

Wezîr daye bawarkirinê,wekî nava salên pêşerojêda wê cêrge xebat bên mîyaserkirinê. Bi gotina wî, li stansîyayê tiştên  kevin nemane, hemû tişt hatine guhartinê. Bi gotina wî hemû tişt nûye, xêncî xebatkara.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button