H’emû nûçeSereke

Bûyarên eblûkirina cinyaza û dozên din hatin tomarkirin: parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv encamên xebatên lêkolînê raberî balyoza kirîye

Nava merivên sivîlda mirin, eblûkirina cinyaza, jêkirin û rewşên din. Parêzera mafên mêriv, ya Ermenîstanê, Anahît Manasyanê, encamên destpêkê yên xebatên lêgerîna heqîqetê yên ku li herêmên cuda yên Ermenîstanê bi kesên ji Qerebaxa Çîya bi destê zorê hatine koçberkirin, raberî nûnerên korpûsa dîplomatîk û sazîyên navneteweyî yên li Ermenîstanêye cuda-cuda raber kirîye.

Armanca civînê ew bû ku encamên xebatên lêgerînê yên ku ji alîyê parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv bi destê zorê yên binelîyn ji Qerebaxa Çîya li herêmên cuda yên Ermenîstanê hatine bicihkirin, û herwiha binpêkirinên mafên mirovan yên ku bi rêya hevpeyvînên taybet bi wanra  hatine eşkerekirin, bên raberkirin

Hevdîtinêda, parêzerê tekez kir ku di çarçoveya rasthatina xweda, naskirina cûreyênkirinên xirab li ser kesan, ji alîyê pêşkêşkirina pêşnîyaran bo dezgehên dewletê derbarê garantîkirina mafên wan mexlûbên navborî girînge. Kom, ji ber ku garantîkirina mafên kesên navborî û xizmên wan tê wateya pêkanîna rêbazeke taybet ji alîyê dewletêva.

Parêzerê bi rastîyên berbiçev behsa binpêkirinên qanûnên navdewletî yên mafên mirovan û yasaya mirovî ya navdewletî ji alîyê Adirbêcanê  kir, bi taybetî jî armanckirina cîh û binesazîyên sîvîl, xelkê sivîl û di encamê de kuştî di nav xelkê sivîl de çêbûn.Dîyarîyên îşkenceyê, cûreyên din yên mûameleya xerab, her wiha binpêkirinên mafan yên din. Agahîyên li ser mirin, bêhurmetîya laşan, qutkirin û bûyerên din yên di nav binelîyên sivîlan de di encama êrîşên Adirbêcanê de hatin belgekirin û wêneyên ku rastîyan piştrast dikin, hatin nîşankirin.

Rastîyên berhevkirî yên têkildarî dîyardeyên din yên berbirîbûna xirab jî têne nîşankirin. Wan behsa bûyerên bêhişbûna kesên ku ji ber xelayê gihîştine Ermenîstanê, di nav wan de zarok, pîr, jinên hemle, helwestên biçûkxistinê yên li hember ermeniyên êtnîkî.

Parêzerê bala temaşevanan kişand ser encamên şopandina medya û torên civakî yên Adirbêcanê û da zanîn ku hejmareke zêde ji nivîsên bikarhênerên Adirbêcanê hene ku li ser bingeha etnîkî nifûsa ermenî dikin armanc, ku kîn û tundûtûjîyê derdixin pêş wan rewa dike. Di vê çarçovê de parêzerê tekez kir ku helwesteke bi vî rengî ya bêtehamulî ya civaka Adirbaycanê encam û belgeya sîyaseta dijî Ermenîstanê ya rayedarên Adirbêcanê ye.

Di dawîya civînê de, Anahît Manasyanê got ku encamên lêkolîna rastîyan wê bi kurtî û bi awayekî raporekê raberî rêxistin û aktorên navneteweyî yên xwedî erka parastina mafên mirovan û her wiha ji sazîyên dewletê yên şareza re bên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button