Derheqa pêwîstîya dîyarkirina sînorada ya li ser bingeha xerîtên ştaba Sovyêtêye dawî hatîye dîyarkirinê: elametîya piştî hevdîtina çaralî
Piştî hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paþînyan, serokê şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, serokê Fransîyayê Makron û kanslêrê Almanîyayê Şols, ya ku li bajarê Granadayê pêk hatîye, alîya elametîya tevayî belav kirine.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê:
“Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron û kanslêrê Almanîyayê Olf Şols li Granadayê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hatine.
Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron û kanslêrê Almanîyayê Olaf Şols derheqa piştgirîya xweda, ya hindava serbixwetîya Ermenîstanê, yekîtîya têrîtorîyayên wê û parastina sînorên wêda elam kirine.
Usa jî derheqa piştgirîya hindava qewînkirina pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanêda, li gorî hewcetîyên Ermenîstanê hatîye elamkirinê.Qayîlî hatîye destanînê, ku alîkarîya hûmanîtarîye zêde bidine Ermenîstanê, çimkî Ermenîstan rastî encamên pirsgirêkên ermenîyên Qerebaxê tê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî penaber gerekê mafên xweye paşdaçûyîna li malên xwe bidine xebatê, bêyî tu qewila, monîtorînga navneteweyî û qedirgirtina dîrok, çand û mafên xwe.
Ew hindava hemû cedandinên bona rastkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda amin dimînin, yên li ser bingeha naskirina serbixwetîyê, xweykirina sînora û yekîtîya têrîtorîya.Em bang dikin ku bi cûrê berk prînsîpa nexebitandina qewatê xweykin.
Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku li ser bingeha xerîtên ştaba sereke, yên Sovyêta berêye dawî sînora dîyarkin û li ser wê yekê gerekê hêzên pêşdahatî paşda vekişin, peymana aşîtîyê bînin ser birîyara dawî.Usa jî hatîye dîyarkirinê, ku alî berbi hevkarîya herêmî û vekirina hemû sînora herin, nava wanda usa jî sînorên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda.
Rêberê avropî bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê kirine ku hemû girtîya aza berdin û bona dîtina merivên bêser-berate undabûyî û bona hêsakirina xebatên bêqezîyakirina mîna hevkarîyê bikin”.
Têra hatibû dîtinê,wekî hevdîtin gerekê ya pêncalîbûya, lê 4 ê cotmehê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv birîyar kiribû neçe Granadayê.Çawa menîya wê yekê hatibû dîyarkirinê, wekî Fransîyayê û Almanîyayê pêşnîyara Adirbêcanê, ya derheqa beşdarbûna serokê Tirkîyayê înkar kiribûn.