H’emû nûçeSereke

Elametîya piştî seredana dêlêgasîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya yekalîye û halê li ser erdê dîyar nake: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Ermenîstanê bi xemgînîya kûr û bi acizî ew behs qebûl kirîye, kîjanêda derheqa elametîya seredana koma Organîzeya Netewên Yekbûyîye koordînasyîon hatîye belavkirinê.Derheqa wê yekêda nava şirovekirina wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.

“Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa pirsgirêkêda 2 ê cotmehê bi dengê bilind belav kirîye û elamî wekîlên dîplomatî, yên welatên der kirîye.

Pêşda gerekê bê dîyarkirinê,wekî seredana koma organîzeyêye li Adirbêcanê nikare çawa  mîsîya dîtindarîyê bê hesabê û ew alîyê ermenî û hêvîdarîyên civaka navneteweyîva girêdayî nîne.Seredana dêlêgasîya Organîzeya Netewên Yekbûyî wî çaxî pêk hatîye, dema ku Qerebax rûyê paqijkirinên êtnîkîda hatibû valakirinê.

Piştî girtina korîdora Laçînê, alîyê ermenî banga xwe belav kiribû û dabû dîyarkirinê, ku organîzeya Netewên Yekbûyî mîsîya xwe bişîne Qerebaxê.

Gelek organîzeyên mafparêz, hiqûqzan, komkujîzan xemgînîya xwe dane dîyarkirinê.

Piştî seredanê elametîya organîzeyê ya yekalî bû û halê li ser erdê nade dîyarkirinê. Nava wêda tu tişt derheqa kuştî û birîndarên rûyê agrêsîya Adirbêcanêda, hedefkirina sîstêmên sîvîl, dorgirtina korîdora Laçînê û krîzeya hûmanîtarîda, revandina binelîyên sîvîl û gelek tiştên mayîn nehatîye dîyarkirinê.

Seredana dêlêgasîya koordînatorê organîzeyê ji alîyê Adirbêcanê  çawa gaveke propagandayê hatîye xebitandinê.

Ermenîstan hêvîdare wekî ji alîyê Organîzeya Netewên Yekbûyîda derheqa paqijkirinên êtnîkî, teribandina mafên cimeta Qerebaxê û mafên navneteweyîda wê elametî bê belavkirinê.Derheqa wê yekêda nava şirovekirina wezîreta karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button