H’emû nûçeSereke

Hevkarên Adirbêcanê gerekê bicêribînin bighîjine îzbatbûna mîsîya monîtorîngêye li Qerebaxê: HRW

Hukumatên wan welata, yên ku beşdarî piştgirîya bona hevraxeberdanên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê bibin, gerekê bighîjine wê yekê, ku serokê Adirbêcanê borcdarîyên konkrêt hilde ser xwe ku qedirê mafê paşdaçûyîna ermenîyên Qerebaxê bigre, wana biparêze. Derheqa wê yekêda organîzeya mafparêz Human Rights Watch ê elam kirîye.

“Nava van rojên dawîda ji 100 000 î zêdetir ermenîyên êtnîk, bawar bikî temamîya binelîyên  herêmê revîne.

Plana Adirbêcanêye întêgrasîyonda gerekê bê dîyarkirinê, ku çi cûreyî nava wedê kurtda mafê netewên kêmjimar bê xweykirinê û hemû borcdarîyên bona wê yekê bêne qedandinê.

Hevkarên Adirbêcanê gerekê bicêribînin bighîjine îzbatbûna mîsîya monîtorîngêye li  Qerebaxê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button