H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê hatîye teglîfkirinê ku wextê civîna parlamênta Avropayê bi axaftin pêşda bê

Seroka parlamênta Avropayê Robêrta Mêsolayê  serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan teglîf kirîye ku ew wextê civîna parlamêntê bi axaftin pêşda bê.

“Ermenîstan hewca piştgirî û alîkarîya meye ku ew krîzeya hûmanîtarîye niha altke, ya rûyê derketina bi hezara merivaye ji Qerebaxê pêşda hatîye.Îro ez rastî Nîkol Paşînyanê serokwezîr hatim û min ew teglîf kir, ku ew wextê civîna parlamênta Avropayê bi axaftin pêşda bê”,-Robêrta Mêsolayê mîkrobloga X ê da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button