H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê li Granadayê rastî serokê Fransîyayê, kanslêrê Almanîyayê û serokê Şêwira Avropayê hatîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li  bajarê Îspanîyayêyî Granadayê rastî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, kanslêrê Almanîyayê Olaf Şols û serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl hatîye.

Serokwezîrê Ermenîstnê bona beşdarbûna li civîna Avropayêye sîyasî çûye Granadayê.

Nîkol Paşînyan beşdarî gotûbêjkirina bi têma “Piralîbûn, nava wanda pirsgirêkên ewlehkarî û gêopolîtîkî” bûye.

Nava çarçoveya civînêda serokwezîr tevî hevkarên navneteweyî bi wedê kurt qise kirîye.

Dora halê li Qerebaxê sazbûyî, derheqa ji alîyê Adirbêcanêda paqijkirinên êtnîkîda, yên hindava ermenîyên Qerebaxê, serokwezîr tevî serokên welata û sîstêmên cuda-cuda qise kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button