Minê bixwesta careke mayîn derheqa piştgirîya Avropayêda, ya hindava yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê îzbat bikira: Yanêz Lênarçîç

Yekîtîya Avropayê bi cûrê berk opêrasîyona Adirbêcanêye leşkerî, ya dijî binelîyên Qerebaxêye ermenî gunehkar kirîye, rûyê kîjanêda ji sed hezarî zêdetir meriv bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê.Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayê Yanêz Lênarçîç wextê prêss-konfêransa li Yêrêvanê gotîye.
Bi gotina wî, Yekîtîya Avropayê lez bersiva halê pêşdahatî daye û carekêra alîkarîya hûmanîtarî, ya bahê pênc mîlyon yûroyî pêşnîyar kirîye û piştî çend roja ew alîkarî wê bighîje deh mîlyon yûroyî.
“Me mêxanîzma parastina sîvîl daye aktîvkirinê û ez gelekî şame wekî welatên Yekîtîya Avropayê karibûne bersiva wê yekê bidin. Gelek welata îdî derheqa amadebûna xweda elam kirine û piştgirîya xwe pêşnîyarî Ermenîstanê kirine.Gilî derheqa eşîyayên hîgîyênayê, xurek û dermanadane.Wan eşîya îdî didine nexweşxana.
Dikevine nava wan welata Aûstrîya, Bêlçîka, Almanîya, Fransîya, Bilgarîya, Îtalaîya, Lîtva, Lyûksêmbûrg, Polonîya, Rûmînîya, Îspanîya, Swêd û Norvêc.
Minê bixwesta bigota, wekî piştî vê êtapa krîzeyê, emê piştgirîyê berdewam bikin.
Minê bixwesta careke mayîn derheqa piştgirîya Avropayêda, ya hindava yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê îzbat bikira”,-Lênarçîç gotîye.







