H’emû nûçeSereke

Roja axaftina Paşînyan, ya li parlamênta Avropayê dîyare

18 ê cotmehê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê li Strasbûrgê,wextê civîna parlamênta Avropayê, bi axaftin pêşda bê. Derheqa wê yekêda seroka parlamênta Avropayê Robêrta Mêsolayê gotîye.

“Min serokwezîrê Ermenîstanê teglîf kirîye, ku ew wextê civînê bi axaftin pêşda bê. Ewê 18 ê cotmehê li Strasbûrgê wê yekê bike”,-Mêsloayê wextê prêss-konfêransa li Granadayê gotîye.

Ewê bîr anîye, wekî 5 ê cotmehê li parlamênta Avropayê rêzolyûsîya dora halê li Qerebaxê hatîye qebûlkirinê.

“Niha emê guhdarîyê bidine ser krîzeya hûmanîtarî, bona ku em binihêrin ku çi cûreyî alî Ermenîstanê bikin ku ew penabera, bi deha hezara meriva qebûlke, yên ku nava çend sehetada cîh û warên xwe hiştine û bi mecbûrî revîne”,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button