H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê derheqa piştgirîya xweye hindava cimeta Qerebaxêda elam dike: Yanêz Lênarçîç

Wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên serkarîkirina krîzeya  Yanêz Lênarçîç derheqa wê yekêda elam kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê amadeye piştgirîyê bide Ermenîstanê û cimeta ermenî. Lênarçîç 6 ê cotmehê bi seredan hatibû Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda ewî mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.

“Temamîya binelîyên Qerebaxêye ermenî revîne Ermenîstanê. Roja îroyîn ez li Yêrêvanême û ez dixwezim derheqa piştgirîya Yekîtîya Avropayêda elamkim, ya hindava wan hemû merivada, yên ku mecbûr bûne cîh û warên xwe bihêlin û usa jî piştgirîyê bidine Ermenîstanê, ku ew wan meriva li cem xwe qebûlkin”,- Lênarçîç gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button