“Açixîya dîktatorekî ya paqijkirinên êtnîkî piştgirî da yên mayîn”: Tankyan kirinên HAMAS ê gunehkar kirine, lê pêra jî piştgirîya Adirbêcanêye hindava Îsrayêlêda bîr anîye

Sêrj Tankyan nêzîkbûna HAMAS ê ye hindava îsrayêlyada gunehkar kirîye, lê usa jî bîr anîye, wekî wededa Îsrayêlê piştgirî dida Adirbêcanê û Adirbêcanê ew yek hindava ermenîyên Qerebaxê mîyaser dikir.
Rûpelê xweyî X ê da Tankyan nivîsîye: “Êrîşa ser binelîyên edil, revandin û kuştina wan xirabkarîye, nenihêrî wê yekê, ku kê wê yekê dike. Çi ku min dît, ku HAMAS ê çawa êrîş bire ser Îsrayêlê, tiştekî neraste.Berê me usa jî ew yek didît, ku Îsrayêlê çi dianî serê welatîyên Felestînê.
Ez serda zêdekim, wekî du hevtê pêşda êrîşa Adirbêcanê, ya ku ji alîyê îsrayêlêda hatibû sîlihkirinê, dijî binelîyên ermenîye li Qerebaxê hate kirinê û binelîyên li wir meşcbûr kirin ku ew ji welatê xweyî 3000 sale birevin.
Wî çaxî hukumata Îsrayêlê elametî belav kir û bang kir, ku alî xwe zeftkin, lê ew banga dustandartê bû”.
Sazbendê dinêeyan serda zêde kirîye: “Açixîya dîktatorekî ya paqijkirinên êtnîkî piştgirî da yên mayîn.Ez li rex felestînîya û usa jî li rex îsrayêlya sekinîme, yên ku aşîtîyê dixwezin”.







