Marîna Kalyûrand hêvîdare wekî komsîya Avropayê wê gavên diha konkrênt biavêje bona ku agrêsîya Adirbêcanê bide sekinandinê
Seroka dêlêgasîya parlamênta Avropayê, ya pêwandîyên tevî Qafqasîya Başûr Marîna Kalyûrandê fikir elam kirîye, wekî niha hewcetîya piştgirîya Yekîtîya Avropayê diha gelekî pêwîste, ne ku berê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê li Bryûsêlê wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê gotîye.
Bi gotina wê, hewcetîya piştgirîya him fînansî û him sîyasî heye, bona ku krîzeya hûmanîtarî bê altkirinê.Çi ku derheqa wê pirsêdane ku Yekîtîya Avropayê bi çiqasîva dikare garantîyayên ewlehkarîyê bide Ermenîstanê, Kalyûrandê gotîye, wekî wê pirsê gerekê bidine serokatîya Ermenîstanê, çimkî Ermenîstan gerekê wê birîyarê bide.
Parlamêntvana Avropayê usa jî daye dîyarkirinê, wekî parlamênta Avropayê gava xwe îdî avîtîye, bang kirîye ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê û pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Adirbêcanê bidine lênihêrandinê.