H’emû nûçeSereke
Meha îlonêda 260 000 tûrîst li Ermenîstanê qesidîne: ew hejmar bi 62 000 va zêde bûye

Îlona sala 2023 a da 260 000 tûrîst hatine Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda komîtêya tûrîzmê, ya wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê, rûpelê facebook ê da nivîsîye û daye dîyarkirinê wekî himberî salên derbazbûyî ev hejmar ya here başe.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî sala 2023 a da , ji meha çile hetanî meha îlonê, mîlyonek 850 000 tûrîst hatine Ermenîstanê.







