Arsvaşên jî dikeve nava 29 800 çargoşe kîlomêtrî: mafê desthilatdarîya Ermenîstanê tune ku wê axê hesab hilnede: Paşînyan

Têma derheqa wan cîh û warada, yên ku cuda mane bû menîya zelal wekî Arsvaşên jî dikeve nava axa 29 800 çargoşe kîlomêtrî. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyîona Civakî gotîye.
Mafê tu desthilatdarîke Ermenîstanê tune, ku ew têrîtorîya Ermenîstana serbixwe hesab hilnede. Ew pirs li vir tê bilindkirinê. Feqet li vir tiştekî girîng jî heye, wekî kî ku derheqa wan cîhada bêje, ew gerekê xerîtê dayne ser sivirê.
Dema ku xerîte li ser sivirê tê danînê, wî çaxî xerîte nikare tenê bona xalekêbe, dema ku ev pirs hate bilindkirinê, wî çaxî gelek pirs wê pêşda bên. Li vir pirsa dêlîmîtasîya sînora heye û pêwandîyên tevî cîh û wara, parastina sînora, amadebûna hêzên sîlihkirîye li wan cîha heye.Enklav ewe, wekî tu nava axa dewleteke mayînra gerekê derbazbî. Çend cûrê helkirina van pirsa heye. Yek ewe wekî hemû pirs li ser fona aşîtîyê tên helkirinê. Ya duem ewe, wekî em dibînin, ku gelekî dijware ku hevra pevkevin û ew cîh-warên cuda nava axa wan welatada dimîne. Feqet ev yek gerekê li ser bingeha peymanê bê helkirinê”,- Paşînyan gotîye.







