H’emû nûçeSereke

Ofîsa parêzera mafên mêriv, ya li Ermenîstanê raport derheqa  binelîyên Qerebaxêye ku bi destê zorê hatine derxistinê, belav kirîye

Parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv Anahît Manasyanê raport derheqa wan binelîyên Qerebaxêda belav kirîye, yên ku bi destê zorê ji welatê wan hatine derxistinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, nava raportêda înformasîyonên wextê xebatên tevî wan meriva hatine berevkirinê.

Raport jî şedetîyê dide, wekî li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî hatine mîyasekirinê û ew yek encamê sîyaseta dewleta Adirbêcanêye.

Raport raberî sîstêmên navneteweyî û organên dewletê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button