Derheqa zêrênadinên pisîxolocî, yên hindava malbetên leşkerên ermenî raport hatîye belavkirinê

Fonda “Tatoyan” derheqa zêrandinên hindava malbetên leşkerên ermenî raport belav kirîye.
“Adirbêcanê bi zanebûn zêrandinên pisîxolocî hindava dayîk, xwîşk û malbetên leşkerên ermenî mîyaser kirine. Derheqa wê yekêda me raporta nû amade kirîye.Bona piştgirîyê em razalixîyê elamî malbetên qulixçîyên leşkerî dikin.
Wextê şerên dijî Ermenîstanê û Qerebaxê, yên sala 2020 î, sala 2022 a, gelek xirabkarî ji alîyê hêzên azêrîyada hatine mîyaserkirinê, nava wanda usa jî zêrandina dîlên leşkerî û sîvîl, usa jî kuştin hatine mîyaserkirinê.Ew yek sîyaseta dijminatîyêye, ya desthilatdarîya wî welatî.
Bi gunehkarkirinên bêhîm û çêkirî, Adirbêcan hetanî roja îroyîn dîlên ermenîye leşkerî û sîvîl paşda venagerîne. Bi wî cûreyî desthilatdarîya Adirbêcanê usa dike, ku zîyana pisîxolocî bide malbetên ermenîye him li Qerebaxê û him jî li Ermenîstanê.
Bi vê raportê, kirinên azêrîyaye gunehkar tên gotûbêjkirinê û bi hiqûqî tên qîmetkirinê. Mesele, leşkerên azêrî îzin nedane ku xebatên lêgerînê mîyaserkin û cinyazên leşkera nehatine paşdadayînê.
Bi malperên sosîyalî wêneyên leşkera hatine belavkirinê, bi wî cûreyî dane kifş, ku ew çawa hatine kuştinê û zêrandinê.
Nava encamên lêkolînada hatîye îzbatkirinê, wekî xirabkarîyên wî cûreyî ji alîyê desthilatdarîya Adirbêcanêda tên piştgirtinê. Meremê wan kirina ewe, ku êşa pisîxolocî bighînine malbeta û nava civaka ermenîda halê sert xweykin”,- fonda “Tatoyan” nivîsîye.







