H’emû nûçeSereke
Ez bang dikim ku parastin û paşdavegerandina binelîyên ermenîye ji Qerebaxê bê çareserkirinê:şêwirmenda Organîzeya Netewên Yekbûyî ya pirsên pêşîgirtina komkujîya

Cîgira sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya pirsên pêşîgirtina komkujîya Alîs Vaîrîmû Nidêrîtû derheqa halê dora Qerebaxê û paqijkirinên êtnîkîye li wir, elametî belav kirîye.Ewê xemgînîya xwe daye îzbatkirinê girêdayî halê dora Qafqasîya Başûr , li kîderê ji sed hezarî zêdetir penaber, nava wanda 30 000 zarok, hatine Ermenîstanê.
“Ez bang dikim, ku hemû cedandina bidine xebatê, ku parastina binelîyên ermenî û mafên mêriv, usa jî mafê paşdahatina wan bêne çareserkirinê”,-şêwirmenda mexsûs gotîye.
Ewê bersiva banga wekîlê mafên mêriv daye wekî mafên penabera gerekê bêne parastinê û usa bikin ku ew bikaribin mafê xweyî paşdahatinê bidine xebatê.







