H’emû nûçeSereke
Fransîyayê dewê bike ku nava dorana civîna ewlehkarîyêda, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî derheqa paşdaçûyîna ermenîyên Qerebaxê rêzolyûsîya bê qebûlkirinê: Katrîn Kolona

Fransîyayê dewê bike ku nava dorana civîna ewlehkarîyêda, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî derheqa paşdaçûyîna ermenîyên Qerebaxê rêzolyûsîya bê qebûlkirinê. Derheqa wê yekêda wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê wextê axaftina xweye li Sênatê gotîye.
“Adirbêcanê derxistina ji sed hezarî zêdetir ermenîya teşkîl kirîye.Ew xirabkarî nikare bêyî bersiv bimîne. Dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dikare tenê bi rîya hevraxeberdana bê helkirinê. Bekû gerekê fem bike ku ew nikare bi rîya xebitandina qewatê here”,- Katrîn Kolonayê gotîye.
Ewê usa jî derheqa parastina mafên ermenîyên dîrokî û çandîda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku cîhda wekîltîya navneteweyîye hertimî hebe.







