H’emû nûçeSereke

Kêrobyan û baylozê Yekîtîya Avropayê derheqa navkirina nûda ya “Konyaka ermenî” xeberdane

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos qebûl kirîye.

Ji wezîreta êkonomîkayê elam kirine, wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa hevkarîya kirîn-frotanê, ya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda hatine gotûbêjkirinê.

Vahan Kêrobyan proseya modêrnîzasîyakirina êkonomîka Ermenîstanê û piştgirîya dewletêye nava goveka malhebûna gundîtîyêda raber kirîye.

Bi taybetî xeberdan derheqa navê nûda, yê “Konyaka ermenî” û pêra jî pêvajoya deranîna wêye li sûkê çûye.Pirsên derheqa pêrspêktîvên nava  êkonomîkayêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button