H’emû nûçeSereke

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî “Bernameya bersivdana penaberan” ya ji Qerebaxa Çîya li Avroparlamêntê  raber kir.

Di rûniştina payîzê ya miclîsa parlamenteran ya Konsêya Avropayê de, komîtêyên karên hiqûqî û mafên mirovan, koçberî û şopandinê bi mijara “Mafên mirovan û rewşa însanî ya ermenîyên Qerebaxê û erkên navneteweyî yên Adirbêcanê” rûniştinên hevpar pêk anîn.

Nûnerê komîserîya bilind ya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Andrêas Wîsnêr di gotûbêja li înstîtûta Avropayê ya Strasboûrgê de, derbarê koçkirina gelê Qerebaxê de rastîyan  raber kir. Wî bi bîr xist ku 100,632 penaber, ku 30,000 zarok di nav de, li Ermenîstanê mafê penaberîyê wergirtine, ku tê wê wateyê ku ji her 30 kesan yek penaberek nûhatî ye. Piştî şer, nêzîkî 35.000 penaberên din li Ermenîstanê bi cîh bûn.

 “Penaberên ku nû hatine bi piranî li ser paşeroja xwe şaş û bi fikar in. Nizanin dê çi bê serê malên wan. Nizanin ka dê rojekê vegerin yan na. Ew nizanin ka dê zarokên wan bigihîjin perwerdehiyê. Piraniya penaberan hema bêje tiştek bi xwe re negirtine û pêwîstiya wan bi pêwîstiyên bingehîn yên weke betanî, nivîn, derman, piştgiriya derûnî û stargehê heye. Gelek, hem zarok û hem jî mezin, trawma bûne û hewceyê piştgiriya psîkolojîk in. “Gelek kes ji xizmên xwe yên kal û pîr yên ku nekarîn yan jî nexwestin malên xwe û heywanên xwe biterikînin bi fikar in”,- Wîsnêr daye kifşê.

Bi gotina wî, hukumeta Ermenîstanê ji bo tomarkirina nûhatinan û peydakirina hewcedarîyên wan yên ku zêde dibin, hewlên berdewam û pesindayînê dane.

Nûnerê ofîsa Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser piştgirîya rêxistina xwe ya ji Ermenîstanê û penaberên ermenîra, di heman demê de û da zanîn ku pêwîstî bi berdewamkirina piştgirîya civaka navneteweyî heye. Wî da zanîn ku di 7 ê cotmehê da “Bernameya bersivdana penaberan” ji bo organîzekirina komkirina alîkariyê hat raberkirin. Li gorî bernameyê, civaka navneteweyî plan dike ku 97 mîlyon dolar ji bo organîzekirina piştgiriyê ji mirovan re kom bike. Bername ji bo temamkirina hewildanên hukumeta Ermenîstanê û aktorên navneteweyî ji bo piştgirîkirina penaberên ermenî hatîye amadekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button