H’emû nûçeSereke

Ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê li Qerebaxê monîtorîngê mîyaserke: elametî

11 ê cotmehê, nava doranên civîna 54 a da, ya şêwira mafên mêriv 34 welat bi elametîya tevayîva pêşda hatine, bi kîjanê bi xemgînîya kûrva derheqa halê hûmanîtarî, yê li Qerebaxê dane dîyarkirinê.Elametîya tevayî ji alîyê wekîlê Fransîyayêyî li ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî hatîye xwendinê.
Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî derxistina binelîyaye bi destê zorê rûyê opêrasîyona Adirbêcanêye leşkerîda û usa jî dorgirtina Qerebaxêda qewimîye.Xudanên elametîyê elam kirine, wekî gerekê ji alîyê Organîzeya Netewên Yekbûyîda, dora mafên mêrive li Qerebaxê û mafê hûmanîtarî lêpirsîn bê mîyaserkirinê.Hatîye gotinê, wekî ofîsa wekîlê organîzeyê gerekê monîtorîngê pêk bîne û rastî penabera bê û derheqa wê yekêda raportê raberî şêwira organîzeyêye mafên mêriv bike.
Elametîyêda hatîye bangkirinê, ku Adirbêcan qewilên anegor bona çareserkirina paşdavegerandina penabera sazke, birîyarên mehkema navneteweyî mîyaserke û garantîya parastina mîrata ermenîye ruhanî û çandî bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button