H’emû nûçeSereke

Serokwezîr tevî hemsedirê koma Mînskê yê amêrîkî pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê gotûbêj kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr şêwirmendê alîyê pirsên hevraxeberdanên Ştatên Yekbûyîye li Qafqasîyayê, hemsedirê koma Mînskê Lûîs Bono qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê û berdewama wan girîng hatîye hesabê.

Fikir dora hevdîtina li Granadayê, ya serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Fransîyayê, kanslêrê Almanîyayê û serokê Şêwira Avropayê hatine pevguhartinê.

Xêncî wê yekê usa jî pirsên derheqa sîyaseta Adirbêcanêye li Qerebaxê, rûyê kîjanêda ji  sed hezarî zêdetir ermenî bi destê zorê hatine derxistinê û gavên bona helkirina pirsgirêka hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên ermenîya-amêrîkîyada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button