Adirbêcanê Pegasus dijî ermenîya daye xebatê, nava wanda usa jî dijî nevsên fermî: civîna Şêwira Avropayê rêzolyûsîya qebûl kirîye

Civîna şêwira Avropayê, ya parlamêntîyê rêzolyûsîya nû qebûl kirîye, bi kîjanê nava cêrge welatada usa jî bangî Adirbêcanê dike ku nava sê mehada derheqa xebitandina wê mecala cesûsîda elam bikin.
Rêzolyûsîyayêda hatîye dîyarkirinê, wekî gelek şedetî hene, wekî Adirbêcanê jî mecala cesûsî ya Pegasus daye xebatê, ew jî wextê dew û doza tevî Ermenîstanê.
“Adirbêcanê jî ew mecala cesûsî daye xebatê. Ew yek dijî rojnamevana, xudîyên mecalên çapemenîya serbest û aktîvîstên civaka sîvîl hatîye xebitandinê. Raportên dawî didine eşkerekirinê, wekî girêdayî dew û doza Ermenîstanê û Adirbêcanêra ew program dijî 12 xebatên li Ermenîstanê, nava wanda dijî nevsê dewletêyî fermî hatîye xebitandinê”,-nava raportêda hatîye gotinê.
Civînê birîyar kirîye, wekî organên lêpirsînê û mehkeme gerekê vê yekê lêkolîn bikin û birîyarkin ku ew program gorî qanûndarîyêye, yan jî anegorî normên navneteweyîye, yan na.







