H’emû nûçeSereke

Ew merivê ji şermê ewqasî dûrin, wekî li parlamênta Avropayê Ermenîstanê çawa Adirbêcana Rojavayê nav dikin: Rûbînyan gotîye serokatîya parlamênta Avropayê

Wekîlên Adirbêcanê li parlamênta Avropayê bi elametîyên agrêsîvva pêşda tên û serokatîya parlamêntê gerekê destûra wê yekê nede.Derheqa wê yekêda wextê  civîna parlamênta Avropayê, wextê gotûbêjkirina halê li Qerebaxê, serokê dêlêgasîya Ermenîstanê, ya nava civîna Şêwira Avropayêda Rûbên Rûbînyan gotîye, dema ku ewî bersiva wekîlê Adirbêcanê Kemal Ceferov daye.

“Hemû tişt zelale, meremê Adirbêcanê heye  li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî hindava ermenîya bike û ewê ew yek kir. Feqet nava vê gotûbêjkirinêda dereca  sînîzma hevkarên azêrî me zendegirtî dihêle. Ew dibêjin, ku ermenîyên Qerbaxê welatîyên wanin, lê Adirbêcan jî li ser topa dinîyayê cineta pirmilete. We dît, wekî ji wana tu kesî derheqa yazîya sed hezar ermenîda negot. Ji wana tu kesî xebereke serxweşîyê neda wan meriva, yên ku hatine kuştinê, yên ku ji malbtên xwe qetîyayîne.

Feqet ev yek bes nîne, şerma wan meriva tune wekî piştî paqijkirinên êtnîkî tên li vê organîzeyê û Ermenîstanê  çawa Adirbêcana Rojavayê nav dikin”,- Rûbînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button