SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk derba dighînine baregehên tirkaye li bakûrê Sûrîyayê

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk bersivên êrîşên tirka didin û derba dighînine nehîyên Sûrîyayêye bakûr, yên ku  ji alîyê eskerê tirkada hatine dagirkirinê.

Hatîye ragîhandinê, wekî duh Hêzên Sûrîya Dêmokratîk êrîş birine li ser du baregehên Eyn Îsayê. Nava encamên wê yekêda leşkerek hatîye kuştinê, çar jî birîndar bûne.Xêncî wê yekê sîlihên eskerên tirka hatine tunekirinê.

Êrîşên wî cûreyî usa jî nêzîkî bajarê Dîbîsê û Seydayê qewimîne.

Ev êrîş bersiva wan êrîşên Tirkîyayêne, wextê kîjana Tirkîyayê nehîyên bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bi balafira dane ber bomba.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button