Şikberîyên zelal derheqa mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkîda hene: civîna parlamênta Şêwira Avropayê rêzolyûsîya “Halê hûmanîtarî, yê li Qerebaxê” qebûl kir
Civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê rêzolyûsîya “Halê hûmanîtarî, yê li Qerebaxê” qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda serokê dêlêgasîya Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan rûpelê facebook ê da nivîsîye.
“Rêzolyûsîya kirinên Adirbêcanêye leşkerî, yên dijî Qerebaxê, yên îlona sala 2023 a, gunehkar dike.Civîn dide kifşê, wekî temamîya binelîyên Qerebaxê welatê xwe hiştine û derketine û ew yek rûyê sîyaseta hukumata Adirbêcanêda qewimîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî şikberîyên zelal, yên derheqa mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkîda hene.Civînê daye dîyarkirinê, wekî mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkî xirabkarîya dijî merivatîyêne û ew yek dikare meriva bîne ber cabdarîyê.
Civînê bangî komîtêya wezîra kirîye, ku dijî Adirbêcanê pêvajoya monîtorîngê destpêkin, ya li ser hîmê dêklarasîya sala 1994 a, ya ku ji alîyê welatên endamên Şêwira Avropayêda hatîye qebûlkirinê. Civîn bangî komîtêya wezîra dike, ku rojeva tevayî destpêkin, ya derheqa borcdarîyên Adirbêcanêda. Hatîye dîyarkirinê, wekî heger Adirbêcan borcdarîyên xwe naqedîne, wî çaxî rêyeke başqe namîne ku wextê civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê, ya sala 2024 a ye ewlin mandata dêlêgasîya Adirbêcanê daynine bin pirsê. Ew yek wê bide kifşê, wekî beşdarîya dêlêgasîya Adirbêcanêye nava civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyêda wê wedelû bê sekinandinê.
Civînê guhdarî daye ser wê yekê, wekî nava du hevtîyên dawîda 100 600 ermenî ji Qerebaxê derketine û hatîye dîyarkirinê, wekî menîyên wê yekê opêrasîyonên leşkerîye 19 ê îlona sala 2023 a ne, kîjan Adirbêcanê dijî Qerebaxê mîyaser kirin.
Civîna parlamêntîyê bi kûrayî li ser wê fikirêye, wekî derketina trajîk, ya binelîyên Qerebaxê gerekê çawa rastîya nû neyê qebûlkirinê. Adirbêcan çawa endama Şêwira Avropayê gerekê aminaya xweye hindava qîmetîyên organîzeyê xweyke û hazirîya xwe, ya bona qedandina borcdarîyên navneteweyî bide kifşê.
Civînê derheqa birîyara 22 ê îlona sala 2023 a, ya mehkema Avropayêye mafên mêriv daye dîyarkirinê û bangî Adirbêcanê kirîye ku ew qewilên wê biryarê qebûlke.
Civînê bangî Adirbêcanê kirîye ku paşdavegerandina binelîyên ermenîye ji Qerebaxê bide çareserkirinê.Usa jî bang hatîye kirinê, ku parastina mîrata ermenîye wê herêmê, ya çandî bê çareserkirinê. Bangî Adirbêcanê kirine ku hemû wekîlên Qerebaxêye girtî û usa jî dîlên ermenîye leşkerîye li Adirbêcanê aza berdin.
Rêzolyûsîyayêda usa jî derheqa halê hûmanîtarîyî giranda hatîye dîyarkirinê û hatîye bangkirinê, ku piştgirîyê bidine Ermenîstanê.
Civîn li ser wê fikirêye, wekî dew û doza bi salên dirêj dikare tenê bi rêya edil bê helkirinê.Ewê usa jî bangî Adirbêcanê kirîye ku hemû tiştî bike bona ku bide kifşê, ku hazirîya wê heye ku tevî Ermenîstanê nava aşîtîyêda bijîn.
Civîna parlamêntîyê hêvîdare wekî Ermenîstan û Adirbêcan wê yekîtîya têrîtorîya û serbixwetîya hevdu naskin û bona wê yekê çawa bingeh dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê qebûlkin.
Nava wê hemtêkstêda hatîye dîyarkirinê, wekî pêwandîya tevî Nexçêvanê nikare bê xebitandinê, heger ew yek dijî berjewandîya Ermenîstanêye miletîyêye.
Civîn hêvîdare, wekî qayîlîya desthilatdarîya Adirbêcanê wê hebe ku seredanên sîstêmên navneteweyî wê bêne teşkîlkirinê.
Civîna parlamêntîyê komîtêya wezîra teglîf dike, ku mecala bidine xebatê ku cîşihitandina binelîyên ermenîye li Qerebaxê, krîzeya hûmanîtarî û ya mafên mêriv bê naskirinê. Ew yek şikberîya pêşda tîne wekî li Qerebaxê paqidjkirinên êtnîkî hatine mîyaserkirinê û yazixî tê elamkirinê, ku Adirbêcanê qedirê wê yekê negirtîye ku dew û dozê bi rîya edil bidine helkirinê, çimkî ewê nava Şêwira Avropayêda ew borcdarî hildaye ser xwe.
Civîn dewê dike ku sêkrêtarê sereke û komîtêya wezîra seredana mîsîya Şêwira Avropayê teşkîlkin, ya ku gerekê cîda hal qîmetke û gavên anegor biavêje ku mafên ermenîyên cîh bêne parastinê.
Civînê daye dîyarkirinê, wekî ewê bi guhdarî dîna xwe bide hemû gavên desthilatdarîya Adirbêcanê û qedandina borcdarîyên wêye navnteweyî”,- Rûbên Rûbînyan nivîsîye.