Wekîlê Ermenîstanê li mehkema navneteweyî derheqa deh dewekarîyên dijî Adirbêcanê dane rêzê
Wekîlê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqî Yêgîşê Kîrakosyan li mehkema navneteweyî deh dewekarîyên dijî Adirbêcanê anîne ber çeva.
Adirbêcan gerekê gavên usa nevêje, yên ku wê konvênsîya derheqa qedexekirina rasîzmêda biteribîne.
2. Ji gavên dijî paşdavegerandina ermenîyên Qerebaxê paşda bisekinin û rîya wan meriva negirin, yên ku dixwezin bikevine Qerebaxê.
3. Adirbêcan borcdare ji gundên ku 19-20 ê îlonê hatine dagirkirinê, leşkerên xwe derxe.
4. Gerekê pêşîya xebata wekîlên mehkema navneteweyî, ya tevî ermenîyên Qerebaxê negire.
5. Gerekê pêşîya şuxulkarîya xaçê Sor negire, dema ku ew alîkarîya hûmanîtarî didine ermenîyên êtnîk.
6. Borcdare xebata qulixdarîyên civakî bide çareserkirinê, berî her tiştî dayîna gaze.
7. Gavên cezakirinê dijî wekîlên Qerebaxê nevêje.
8. Heykel, yan jî nimûnên girêdayî komkujîya Ermenîye sala 1915 a ra, yan jî yên ruhanî û çandî tune neke.
9. Dokûmêntên ji alîyê desthilatdarîya Qerebaxêda, yên derheqa mayîn û hebûna welatîyada naske.
10. Adirbêcan borcdare derheqa wê yekêda piştî mehekê elamke û paşê jî sê meha carekê raberke, hetanî ku dighîne dawîya biryarê.