Êrîşa Îsrayêlêye li ser erdê ya li qeza Gazayê wê enîyên başqe bide vekirinê: pêşezanê navneteweyî

Gelo şerê felestînîya-îsrayêlîya dikare bûyarên çawa pêşda bîne, dema ku alî derheqa opêrasîyonên mezinda dibêjin? Dora wê têmayê Radar Armenia ê tevî pêşezanê navneteweyî Şahan Gantaharyan qise kirîye.
Pêşezanê navneteweyî fikira xwe gotîye û daye dîyarkirinê, wekî faktorên zeftkirinê hene, bona ku şerê li temamîya herêmê pêşda neyê.Bi gotina wî, hîmlî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îran dikarin vê yekê bidine zeftkirinê. Berî her tiştî ew cîh dikare bibe Libnana Başûr, li kîderê pevçûyînên sînorkirî tên kifşê. Bi qîmetkirina Gantaharyan, hal dikare carekêra bê guhartinê û ji bin kontrolê derkeve, heger Îsrayêl li ser erdê êrîşê bibe ser Gazayê. “Wî çaxî enîyên şêre nû dikarin vebin. Wî alîda elametîya wezîrê Îranêyî karên der balkêşe, yê ku dibêje wekî enîyên şêre nû dikarin vebin, heger Îsrayêl xirabkarîyên leşkerî li Gazayê berdewam bike”,- Şahan Gantaharyan gotîye.







