H’emû nûçeSereke

Pûtîn elam kirîye ku ew amadeye bê Ermenîstanê, yan jî li Rûsîyayê Paşînyan qebûlke

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn elam kirîye ku heger mecal hebe, ew amadeye bê Ermenîstanê, yan jî li Rûsîyayê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan qebûlke. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Pûtîn derheqa wê yekêda gotîye rojnamevana.

“Em tevî Paşînyan nava  pêwandîyadanin û vexwendina wî  û ya me jî heye. Em fem dikin li wir çi diqewime. Eva trajêdîya ermenîyên Qerebaxêye. Bo wê yekê jî niha wedê sefera nîne.Lê em nava pêwandîyadanin, bi hevra dixebitin”,- Pûtîn gotîye.

Bi gotina wî, dema ku halê normal sazbe, ewê bê Ermenîstanê, lê Paşînyanê jî here Rûsîyayê.

“Grafîka anegor heye, hemû qulixdarîyên me dixebitin, nava pêwandîyadanin: him wezîreta karên der û him jî bloka hukumatêye êkonomîkî. Li cem me xebat nesekinîne, ew berdewamin”,- Pûtîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button