ŞAY dikare dayîna alîkarîya leşkerî, ya bona Adirbêcanê lê binihêre: Blînkên

Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê dewletê Êntonî Blîkên hevtîya derbazbûyî eşaratî daye komeke kongrêsmênaye biçbûk, wekî Adirbêcan pêşerojêda dikare êrîşê bibe ser Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda POLITICO ê ser hîmê axaftinên du şexsên nas, nivîsîye.
Wextê qisa 3 ê cotmehê pêşdahatî kongrêsmên berbirî Blîkên bûne û hukum kirine ku dijî Elîyêv sanksîya bidine xebatê, çawa bersiva êrîşa Adirbêcanêye dijî Qerebaxê.
Blîkên gotîye, wekî dêpartamênta dewletê rîya digere ku Adirbêcanê li ber cabdarîyê bide sekinandinê û program nake rêzolyûsîya 907 a bide dirêjkirinê, ya ku îzinê dide alîkarîya leşkerî bidine Bekûyê.Wî çaxî Blînkên serda zêde kirîye,wekî diqewime nava hevtîyên nêzîkda Adirbêcan êrîşê bibe ser Ermenîstanê.
Nava elametîmya POLITICO ê da belavkirî, dêpartamênta dewletê şirovekirina qisê nedaye, lê daye dîyarkirinê, wekî ew piştgirîya serbixwetî û yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê dikin û dew û doz gerekê bi rîya hevraxeberdana bê helkirinê.







