Adirbêcan ji alîyê dînastîya Elîyêvîyada hatîye dagirkirinê û hebûna malbeta wane: şuxulkarê azêrî
Dîrokzanê azêrî, serokê înstîtûta Bekûyêye lêkolînî Altay Goyûşov derheqa seredana serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêye li Qerebaxê xeberdaye, ya ku pêşkêşî 20 salîya desthilatdarîya elîyêvîya kiribûn.
“Badîhewa nîne, wekî bilindkirina alê ji alîyê Elîyêvda hatibû teşkîlkirinê. Hema 20 sal pêşda ew bi rîya çêkirina hilbijartinada, bi lêxistina wan meriva, yên ku dijî wê yekê bûn, bi girtina hezara û bi welgerandina dewletê ew hate ser text.Bi vê yekê Adirbêcan bû hebûna dînastîya Elîyêvîya”,-Goyûşov malpera sosîyalîda nivîsîye.
Ew dibêje wekî ji wê rojêda hebûna bi hezara meriva ji wan hatîye stendinê û talankirinê, hebûna welêt derbazî Londonê kirine û bi hezara meriv rastî zordarîyê hatine, bi deha hezara meriva welat hiştine û çûne, hemû azayên li welêt hatine tunekirinê.
““Elîyêv Qerebax aza kirîye”: heger berê 20 selefê welêt ji alîyê Ermenîstanêda “hatibû okûpasîyakirinê”, lê 80 selef ji alîyê Elîyêvda, lê niha sed selefê welêt bin okûpasîya dînastîya Elîyêvîyadane”,-şuxulkarê azêrî nivîsîye.