Gerekê xwestinên dijî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê bidine zeftkirinê: Mîrzoyan gotîye wezîrê Êstonîyayêyî karên der

16 ê cotmehê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîrê Êstonîyayêyî karên der Margûs Sahknayî qise kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Wextê axaftina bi têlefonê, pirsên derheqa halê li Qafqasîya Başûr hatine gotûbêjkirinê.
Mîrzoyanê wezîr daye dîyarkirinê,wekî nenihêrî berbirîbûnên hevkarên navneteweyî,Adirbêcanê 19 ê îlonê careke mayîn qewat da xebatê û piştî dorgirtina Qerebaxêye neh meha, sed hezar ermenî mecbûr bûn ji welatê xwe derkevin û herine Ermenîstanê. Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî kirinên Adirbêcanê beşeke sîyaseta progiramkirî bû, ya paqijkirinên êtnîkî, derheqa kîjanêda Ermenîstanê ser hev eşaretî dida. Xeberdan derheqa halê qerebaxîyaye hûmanîtarîda çûye.
Nava hemtêksta ewlehkarîya li herêmê, xeberdan derheqa serbixwetî û yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanêda çûye û derheqa pêwîstîya xwestinên dijî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenstanêda hatîye dîyarkirinê.
Xêncî wê yekê fikir dora rojeva pêwandîyên Ermenîstanê û Êstonîyayêda hatine pevguhartinê.







