H’emû nûçeSereke
Komîtêya xasê Sor li Qerebaxê ji sedî zêdetir meriv dîtine û cîguhastî Ermenîstanê kirine: organîze xebata xwe berdewam dike

Komîtêya navneteweyî, ya xaçê Sor ji 29 ê îlonê destpêkirî ji sedî zêdetir welatî li Qerebaxê dîtine û cîguhastî Ermenîstanê kirine. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî NEWS․am ê, seroka bernamên organîzeyêye li ofîsa Ermenîstanê, Zara Amatûnîyê gotîye.
“Li ser hîmê erzên malbetên cuda-cuda, organîzeyê meriv dîtine û cîguhastî Ermenîstanê kirine. Nava encamê xebata hûmanîtarîda bûyarên wî cûreyî qewimîne.Heger ew meriv xwestine ku wana cîguhastî Ermenîstanê bikin, me ew yek kirîye”,-Amatûnîyê gotîye.
Bi gotina Zara Amatûnîyê, gilî derheqa wan merivadane, pirsgirêkên kîjanaye saxlemîyê, yan jî cîguhastinê hebûne.
Ewê gotîye wekî organîze li Qerebaxê dîsa dixebite û heger pêwîstbe, ewê piştgirîyê bide merivên nava hewcetîyêda.







