Nava heftêkêda 100 hezarî zedetir ermenî ji ber bêhelwestîya hêzên aştîyê yên Rûsyayê ji Qerebaxê derketin: Paşîyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku Adirbêcanê bi awayekî zelal û eşkere biryara xwe ya ne mûmkûnkirina jîyana ermenîyan li Qerebaxa Çîyayî nîşan da.
Bi ragîhandina “Armenprêss”ê, Paşînyan wextê axaftina xwe ya li parlamênta Avropayê got.
“Xemgîn e, pir xemgîn e ku tevî bi sedan têlêfonkirina, biryarên Dîwana edaletê ya Navneteweyî, biryarên parlementoya Avropayê, Wekîlên Avroparlamêntê û parlementoyên başqe, bangên saziyên rêvebir, civaka navneteweyî, me hemûyan nikaribû pêşîgirtina paqijkirina etnîkî ya ermeniyan li Qerebaxê bigrin”,-serokwezîr da fikşê.
Ewî wiha got, hukumeta Ermenîstanê û parlamênta Avropayê gelek caran derbarê paqijkirinên êtnîkî ya li Qerebaxê de hişyarî dane, hukumeta Ermenîstanê gelek bang li Neteweyên Yekbûyî, Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê , Yektîya Avropayê kirine ku tîmeke lêkolînê bişînin korîdora Laçînê ya bi qaçaxî hatîye astengkirin, lê tu pêkhateyan qet biryarek wiha nedaye.
“Me li Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyîda 3 nîqaşên têkildarî mijarê dan destpêkirin, lê nîqaşan tu encameke pratîkî derneket û li vir Qerebax ji niha ve hatîye valakirin. Ji ber nelirêtîya hêzên aştîparêz yên Rûsyayê di nava heftêkêda 100 hezarî zêdetir ermenî cîh û warên xwe li Qerebaxê terikandin, 20 hezarên din jî piştî şerê 44 rojî tavilê neçar man Qerebaxê biterikînin û hin ji wan jî ji ber bloka neqanûnî ya korîdora Laçînê ya ku di kanûna sala 2022 da dest pê kiribû, derfeta wan tunebû ku vegerin Qerebaxê.
“Û îro hinek jî usa dikin ku ew fêm nakin çima ermenîyên Qerebaxa Çîya bi girseyî malên xwe terikandine. Pirseke wiha bi serê xwe sînîzme, ji ber ku bersiv ji zelaltir e. Adirbaycanê bi zelalî û eşkere biryara xwe ya ji bo nepêkanîna jîyana ermenîyan li Qerebaxê nîşan da”,- Paşînyan got.
Serokwezîrê Ermenîstanê bîr anî ku ji kanûna sala 2022 a vir ve ermenîyên Qerebaxê di dema bloka derqanûnî ya Laçînê de ji gaz, ênerjiya êlêktrîk, xwarina zarokan, derman, paqijî û tiştên din yên bingehîn bêpar mane, binelîyên sivîl ku karên çandiniyê dikin ji alîyê Adirbêcanê ve ji alîyê hêzên çekdar ve hatin hedefgirtin.
“Ji kanûna sala 2022 a û vir ve me bi dehan caran der barê plana Adirbêcanê da hişyarî da. Piştî girtina korîdora Laçînê, mirovan birçî dihêlin, zextên leşkerî, propaganda û psîkolojîk zêde dikin, piştre korîdora Laçînê vedikin û bi vî awayî hemû ermenîya neçar dikin ku derkevin.
Me di çile, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran, tîrmeh, tebaxa sala 2023 a qala ssnara wiha kir, me bi dengekî bilind û eşkere axivî. Û ez sifetên matmayî yên hin rayedarên navneteweyî yên bi mûnasebeta valakirina Qerebaxê ya ku di meha îlonê de pêk hat, qebûl nakim”,- Paşînyan got.
Di heman demê de, Paşînyan spasîya Parlementaa Avropayê kir ji bo binavkirina tiştên ku li Qerebaxê qewimîn bi navê wî û tekez li ser wê yekê kir ku girîng e mafên paşerojê yên gelên ku ji welatê xwe bêpar bûne, bên parastin.







