
Zêdebûna pevçûyîna felestînîya-îsrayêlîya dikare zêdetir welatan bike nav xwe û bibe sedema şerê cîhanê yê sêyemîn û tunekirina mirovahîyê. Nêrîneke bi heman rengî ji hêla dîrokzanê îsrayêlî, “Sapîêns: kurtîyek dîroka mirovahîyê” nivîskarê bêstsêlêrê Yûval Noa Hararî elam kirîye, TASS ê ragîhandîye.
“Çawa qeyde, nîzam têk diçe û li şûna wê kaos tê. Ev pênc-deh salên dawîn diqewime. Naha em wê li cîhanê bêtir û bêtir dibînin”,- Hararî wextê hevpeyivîneke bi kanala NDTV ya Hindistanê re gotîye.
“Tişta ku niha li Îsrayêlê û Felestînê diqewime beşek ji vê yekê ye.Heger em her tiştî bi rêkûpêk nekin wê rewşê xirabtir bibe. Ewê li seranserê cîhanê belav bibe û dibe ku bibe sedema şerê cîhanê yê sêyemîn. Û bi hebûna çek û têknolojîyê, ew dikare bibe sedema tunekirina mirovahîyê”,- ewî gotîye.
Heman demê de, Hararî di wê bawerîyê de ye ku “divê em hêvîya xwe unda nekin û bang li her kesê ku bi kêmî ve şansê wan heye ku rêzê vegerînin. “Gava yekem ku ezê niha li ser bisekinim […] serbestberdana tavîlê ya hemû rehîneyan e, bê şert û merc”,- Hararî gotîye.







